twitter

6 Ekim 2011 Perşembe

hozan dino - namus





Hozan Dîno - Namus
Serî de li batmanê û her wisa hemû bajarên welatê minê birîndar,
rojê bi dehan keç û jin ji ber tewanbariya namûsê tên qetilkirin.
gelek keç û jin ji ber vê edetê pashverû dibin qurbanên,
bûyerên faîlên wan diyar.hinek tên kuştin û jî
di divêtiya xwe kuştinê de tên hîştin.

Zinê keçeke kurd çarde salî bû
dil dabû xortekî jê dil hêvî bû
ne li nivê hîvê,lê hîv bi xwe bû

mixabin gul spî be jî,bextê xwe reş bû

Evîn pîroz e, evîn çawkanîya jiyana mirovahîyê ye, kesekî ku
evîndariyê di nav dilê xwe da nikari be bihewîne, ewê negêhêjê
pîrozahiya evîna Mem û Zîn.Kî bi be sedema ji hev qetandinê,
ewe di hizûra xweda de tu car neyê bexşadin.

Girtin,dan kalekî xwediyê sê jinan
zînê hat xapandin bi qustîl û bazinan
kefen hat birînê bi dest mezinan
kesekî guh neda gilî û gazinan

Bavino!bitranino!keçên me yên hîn ji zaroktiya xw têr nebûne,
hîn jî pêdivîya wan bi hezkirina dê û bavan hene,nedin kalên
dewlemend ên bê rûmet û nekin hewî,nebin şirîgê gunehên wan

Stû xwar nekir li hember qederê
şaşitiyek hebû gelo li kuderê?
kî şirîgê suçdariya biryarê?
gelo bê guhertin ji bo vê carê?

Keçên çelenk,li hember neheqediyê têbikolin,berxwe bidin,bixwînin,hişyarbin!
ji bo destxistine mafên xwe,bibin xwedî hêz.bibin girse û dengên xwe bilind bikin!

Zînê reviya gihîşt evîndarê xwe
bi destê xwe nivisand fermana xwe
bav û bira kuştin zînê ji bo namûsa xwe
zînê bi mirinê dest xist azadiya xwe.

Evîn û evîndaran nekujin,yên ku dibin sedema kuştin keç û jinên me,
li hember wan derbikevin,serî li dij vê pashverûtiya qirêj rakibin.namûs azadi ye!
namûs xwedi derkatina mirovahiyê ye!namûs li hember derketina mêjî firoşiyê ye!
êdî bila kuştin çê nebin.

BES E! BES E! BES E!

Gotin û muzîk: Hozan Dîno

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder